Muhammet Kurşun, Yunus Keleş
30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
HEWLÊR
Li Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê Cadeya Îskanê wek, Îstiqlala Stenbolê û Moeza Qahîreyê yek ji navendên jiyana adetî, şevane û têrbûnê ye.
Cadeya Îskanê rojê 24 seetan cihekî bi hereket, qelebalix û germ e. Germahiya çûnûhatinê û lebata bazarê xala herî balkêş a Îskanê ye.

- Navenda dendikan
Îskan bi qasî kebabên xwe yên ku li xwaringehên rengarenk çêdibin, çayên li ser pizotên agir dikele û pifîna nargîleyan navenda kêfa dendikan e. Bi taybet navend e ji bo dendikan. Xelkê Herêma Kurdistanê û geştiyarên dûr jî ji bo stendina elbikek dendikên gulberojkê ên germkirî û çitîkandina wan li ser kursiyên yeksire, diçine Îskanê.
Li Îskanê kursî ne muqabilî hev in, yeksire ne. Sedemê wê jî ew e ku di maçên wek Barcelona û Real Madridê de xelk bi taybet genc dikulmişin wir û bi temaşekirina maçê re kîloyek dendikên di elbikên xwe de xelas dikin.
Temaşekirina reng û dîmenê Îskanê tam û çêjeke cudatir dide temaşevanê xwe. Ew qasî tebîî û ew qasî adetî.

- Çay li ser pizotan dikele
Li Îskanê kebab li ser agir lê çay li ser pizotan dikele, ev jî cudahiyeke Îskaniyê ye li gor deverên din. Çaya kelî, bidem, bêşekir û qaçax reng û dirûvê Îskanê nîşan dide. Helbet divê li cemê hebe.
Yek ji esnafên Cadeya Îskanê Hesen Mehmûd ku karê xwarinpêjê dike dibêje ku ev meslek ji bavê wî jê re maye û 20 sal e di nav vê meşxûliyetê de ye.
Hesen Mehmûd li ser erebeya xwe ya seyyar kiftikên taybet bi Hewlêrê çêdike û wiha diaxive: "Kiftik, li Tirkiye, Iraq, Sûriye û Kurdistanê curekî borekan ku gelekî tê xwarin. Ez her şev malzemeyên xwe li ser vê erebeyê hazir dikim, dipêjim û difroşim. Nanê me jî wisa derdikeve."
Hesen Mehmûd bal dikşîne ser berdewambûna muşteriyan û wiha li ser zêde dike: "Muşteriyên gelekî kevn hene. Hê jî her daîm tên. Herwiha yên nû jî kêm nabin."

- Sûrî xwe li Îskanê digirin
Ji xeynî Hewlêriyan Sûriyên ku ji ber şerê malên xwe terk kirine û li penaberiyê qesidîne jî xwe li Cadeya Îskanê digirin û debara xwe dikin.
Yek ji wan kesên ku ji şerê Sûriyê reviyaye û li Hewlêrê karê kebaban dike Îsmaîl Mihemedê Helebî, li Cadeya Îskanê kebabên usûla Entab û Edeneyê çêdike û debara xwe pê dike.

Mihemed dibêje ewî pêşî xwarinên Helebê çêkiriye lê temaşe kiriye ku xwarinên Entab û Ûrfa û hwd. zêdetir têne firotin wî dest avêtiye wan.
Ehmed Îbrahimê karê şîrîniyê dike jî piştî hatina DEAŞê ji Mûsilê reviyaye hatiye Hewlêrê. Ew dibêje ku 40 sal e vî karî dike û xelk şîrîniyên wî diecibîne.

Ew wiha qal dike: "Li Mûsilê dikaneke min a feal hebû. Piştî hatina DEAŞê min ew hişt û hatim Hewlêrê. Ez li Hewlêrê şîrîniyên ku çêdikim li ser erebeya xwe ya seyyar difroşim. Karê me baş e û ev der gelekî geş e. Kêfxweş im ku li vê derê me û debara xwe dikim."