Türkan Tosun
05 Îlon 2019•Rojanekirin: 07 Îlon 2019
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bangî civaka navneteweyî kir û got divê li hemberî Îrana ku li gor peymana nukleerê tevnagere zext bê zêdekirin.
Netanyahu beriya ku here Londrayê û bî Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson û Wezîrê Parastina Amerîkayê Mark Esper ra hevdîtinê bike li Balafirgeha Ben Gurîonê ya li Tel Avîvê daxuyanî da çapemeniyê.
Serokwezîrê Îsraîlê got Îranê daxuyand ku ew peymannameya xwe ya ji bo lêkolîn û pêşvabirina nukleerê da dide rawestandin ku ev li hemberî welatên li herêmê û Dewleta Îsraîlê tê meneya çalakiyên êrîşê.
Netanyahu anî ziman ewê li Londrayê bi Johnson û Esper ra hevdîtinên cuda bike û di van hevdîtinan da ewê li ser mijara Îranê û mijarên din biaxivin û wiha got: "Dem ne dema hevdîtinê ya bi Îranê ra ye, dem li ser Îranê zêdekirina zextê ye."
Serokwezîrê Îranê Hesen Ruhanî duh daxuyandibû ew sozên xwe yên ji bo lêkolîn û pêşvabirina peymana nukleerê didin rawestandin û gavên hewce ewê bavêjin.