Tuğba Altun,Ali İhsan Çam
25 Tebax 2023•Rojanekirin: 29 Tebax 2023
Astronot hewl didin ku wêdetirê asîman xeyal bikin û hew didin ku nehêniyên fezayê kifş bikin û dema diçin fezayê wêdetirê wê xeyal dikin û dikarin ku ji bergeheke bêhempa li dinyayê binihêrin.
Di beşa sêyemîn a nûçeya dosyayê ya ji 4 beşan pêk tê ya AAyê ya ku behsa pîşeya astronotiyê û zehmetiyên wê dike da der barê ka astronot çawa biryar didin ku vê pişeyê bikin, tecrubeyên wan ên li ezayê û tecrubeyên wan ên rewşên nehatine plankirin da agahî hatin dayîn.
Ji bo astronotên ku gelek mirov xeyala wê dikin ev tecrube bi bedêlekê tên. Astronot şahidiya gelek bûyer û dîmenên ku gelek mirov nikarin xeyala wan jî bikin dikin û di heman demê da mecbûr dimînin u ji jiyana xwe ya taybet feragatê bikin.
Astronot tecrubeyên wekî ji fezayê dîtina rûyê erdê û di valahiyê da bipalin dijîn û van jî li gor wextê ku li dinyayê derbas dikin biqîmet dibînin. Astronot destkeftiyên wekî azadiya li fezayê, kişkirina nehêniyan û zindî girtina meraqa xwe bi dest dixin.
- Her tiştê bi xêzefîlm û eleqeya stêrkan va dest pê kir
Yamazakî Naokoya astronota duyemîn a jin a Japonyayê behsa serpêhatiya xwe ya astronotiyê kir.
Yamazakiya astronota teqawîd a ku li fezayê 15 roj u 2 saet û 47 deqîqe li fezayê ma got ku xeyala wê ya astronotiyê di zarokatiyê da bi honakên zanistî yên Star Wars û Star Treka di "anîmeyên Japon" da dest pê kir.
Yamazakiya ku di zarokatiya xwe da stêrk meraq kirin û ew şopandin, hewl da ku der barê fezayê da agahiyan bi dest bixe û got ku "Min xeyal nedikir ku bibim astronot. Dema 15 salî bûm 3 astronotên Japon hatin hilbijartin û wesayîta fezayê hat şandin. Ev yek di televîzyonên Japonyayê da zindî hat weşandin û min şandina wesayîta fezayê temaşe kir. Ez gelekî kelecanî bibûm û min wê demê xeyal kiribû ku bibim astronot."
Yamazakiyê behsa tecrubeya xwe ya li fezayê kir û ev gotin: "Wê demê li gor pozîsyona wesayîta fezayê min Dinyayê li ser serê xwe didît. Gelekî matmayî bûm. Ez fikirîbûm ka dê çiqas ji bilindahiyê li dinyayê binêrim lê bereksê wê çêbû, ez li jêr bûm û Dinya li jorê bû."
Yamazakiyê cara ewil di sala 1996an da serî li bernameya astronotiyê da lêbelê ji ber ku tecrubeya wê ya kar tunebû hat seridandin.
Yamazakiyê got ku di sala 1999an da dîsa serî li bernameya astronotiyê da û hat qebûlkirin û behs kir ku di sala 2001î da perwerdeya xwe ya bingehîn li Japonyayê temam kir û pêşî li wesayîta fezayê ya Soyuzê ya Ûris ji bo ku bibe endezyara firînê li Rûsyayê salekî perwerde hilda.