26 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
BEXDA
Hat îdiakirin ku operasyona rizgarkirina Felluceya li ser Enbara li rojavayê Iraqê bi dawî bû.
Fermandarê Operasyonên Felluceyê Evdulwehab Saadî di daxuyaniya xwe ya li ser televîzyona dewletê wiha got, "Piştî ku hêzên têkoşîna dijî terorê semtê Cûlan wergirtin û şûnda em radigihînin ku operasyona Felluceyê bi dawî hat."
Saadî herwisa îdia kir ku di operasyona rizgarkirina Felluceyê da hezar û 800 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Artêşa Iraqê, unsûrên teşkîlata polêsan, milîsên şîe Heşda Şabî û hêzên eşîretên sunnî ji bo ku Felluceyê ji DAEŞê rizgar bikin, di 23yê gulanê da operasyona hevpar li dar xistibûn.