Elif Orhan
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
HARTUM
Serokomar Erdogan:
"Bi îzna Xwedê beriya ku dawiya vê sedsalê bê dê dahatû bibe ya parzemîna Afrîkayê. Bes em rast bisekinin, tenê xîret bikin, tenê em serê xwe netewînin bes e. Wekî ku me di mijara Qudsê de serê xwe netewand."
"Min ji Birêz Serokomar (Serokomarê Sûdanê Omer El-Beşîr) bi taybetî rica kir. Em derbasî Port Sûdanê bûn, ji wir derbasî Giravê bûn (Girava Sevakînê) Wir restorayona mizgeftên henefî û şafiiyan ên ku TÎKA dike heye.Min got ku 'Hûn hema vê giravê tehsîsê me bikin û em jî wiha restora bikin, vê giravê dîsa bikin layiqê şanê wê yê berê."
"Me di vê ziyareta xwe de xebateke din kir. Ew jî avakirina Zanîngeheke Sûdan-Tirkiyeyê ye. Em vegerin hema emê telîmatên vê jî bidin."