01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
WASHINGTON
Berdevkê Hevpeymaniya Nêvneteweyî ya dijî DAEŞê ya bi Serkirdeyiya DYAyê Albay John Dorrian destnîşan kir ku dibe ku ji wan wesayitên zirxkirî yên ku DYAyê dabûn Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê "PYD/PKKya rêxistina terorê sûdmend bin".
Albay Dorrian ji Bexdayê beşdarî telekonfransa civîna çapemeniyê ya li Pentagonê bû û der barê operasyonên dijî DEAŞê yên li Iraq û Sûriyeyê axivî.
Di bersiva pirsa nûçegihanê AAyê ya derbarê wesayitên zirxkirî yên ku ji Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê ra hatine şandin gelo ketine destê YPGya şaxa leşkerî ya PYDya rêxistina terorê da yan na, Dorrian got, "Ev wesayit ji Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê ra hatin şandin. Cengewarên Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê di nava Hêsên Sûriyeya Demokrat (HSD)ê da ne, ji ber ku ew (YPG) jî bi wan ra ye. Wesayit nuha bi wan ra ne."
Dorrian herwiha destnîşan kir ku bi esehî nizanin ka YPG wan wesayitan bikar dibe yan na û wiha pê daçû: "Me ev wesayit dane Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê. Hevpeymana Erebî ya Sûriyeyê ev wesayit girtine zîmmeta xwe. Ev kom bi mebesta dopêçkirina Reqeyê pêkve tevdigerin. Madem hevpeyman in, li gorî rewşê wê ew jî bikar bibin."