Pireyên Merîç û Tûncayê ji ber talûkeya bilindahiya avê ji trafîkê re hat girtin.
Li bajêr baran pir zêde barî û endamên Maseya Qeyranê ya Bajêr jî civiyan û ji ber ku bilindahiya avê zêde bû lijneyê biryar da ku bila pireyên kevir ên dîrokî yên li ser çem cih digirin ji bo demekê ji çûn û hatina meriv û wesaîtan re girtî bimînin.
Piştî biryar hat dayîn, sepandinê demildest dest pê kir û ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li ser pireyan nobet girtin, derbasbûna wesaît û merivan dan sekinandin.
Hat ragihandin ku heta biryar di rewacê de be çûn û hatina li ser van her du pireyan wê bi wesaîtên leşkerî bê kirin.
Biryara vekirina rêya ku Deriyê Sînorê Pazarkûleyê jî li serê cih digire û girîng e û dê li gor bilindahiya avê bê dayîn.