Nihat Kavşut
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
STOCKHOLM
- Li bajaroka Saffleyê ya li başûrê Swêdê kesên ku hê nayên zanîn êrîşî mizgefta Saffleyê ya Navenda Çandê ya Îslamê kirin.
Li gor nûçeya SVTya televizyona dewletê ya Swêdê di êrîşê da camên mizgeftê şikestin û teqemeniyên ji camê ra avêtin hundir xisar dan dîwarên mizgeftê.
Ebdîhakem Adanê Serokê Navenda Çandê ya Îslamê daxuyanî da SVTyê û destnîşan kir ev êrîşeke hovane ye.
Adan diyar kir di êrîşê da camên mizgeftê şikestin û teqemeniyên ji camê ra avêtin hundir xisar dan dîwarên mizgeftê û got rojê qederê 100 kes ji bona nimêjê tên mizgeftê.
Li gor agahiyan polêsan pêşlêkolîna xwe temam kirine û tê gotin îhtimal heye sûcê nefretê be.