05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 05 Hezîran 2016
İSTANBUL
Serokomar Erdogan:
"Ey Almanya binêre ez dîsa dibêjim; pêşî tu yê hesabê Holokost bidî. We li Namîbyayê çawa zêdetirî 100 hezarî Namibyayî ji holê rakirin. Hûn radibin ji bo Tirkiyeyê di parlementoya xwe da ji bo qaşo 'Qirkirina Ermeniyan' dengdayînê dikin. Hûn kî ne. Dîroka me dîroka qetlîam nîne. Jixwe di vê mijarê da derdekî me yê wisa tune ye. Dîroka me dîroka merhemetê, dîroka dilovaniyê ye. Ferqa di navbera me da jî ev e."
"Niha li Tirkiyeyê ez teqrîben dibêjim 100 hezar ermenî hene. Nîvê van welatiyên me ne, nîvê din jî welatî nînin. Lê belê me ji ber ku wan xwe sipartiye me, me ew neqewirandin. Me çawa ew kesên ku ji Sûriye û Iraqê hatin kirin mêvan em kesên ku ji Ermenistanê hatin jî bi heman awayî diezimînin. Birayên min ên hêja ji bo xatirê Xwedê gelo mirov dikare van pêngavên ku hember Tirkiyeya ku nêrîna wî ev qas muşfîk e tên avêtin efû bike? Me dikariya ku em gelekî cuda tevbigerin. Heke em welatekî dijminê ermeniyan bûna dê me van ermeniyê ku hatin hemû paşve bişanda Ermenistanê."
"Gava ku em Afrîkayê, Asyayê an herêma Balkanan ziyaret dikin, em vê dîmena zehf dibînin. Herçiqas di ser ra sed sal derbas bûbûn jî mirov nikare şopa hin rêvebiriya jê bibe, gava ku mirov li wan herêma qala serdema Osmaniyan dike hê jî dilê wan dişewite, hê jî ji zimanên wan gotinên xweşik derdikevin. Şaristaniyeke ku mirovan qetl dike, mêtingeriyê dike, tehdeyê dike, tune dike ne şaristaniyeke ku ava û îhya dike, bi edaletê hikm dike tê. Dibêjinê Osmanî. Hemd ji Xwedê re, ev mîratekî wisa îstîsna ye ku li ser rûyê dinê dibe nesîbê gelek kêm neteweyan."
"Li Almanyayê yek jê bêyî ku şerm û fedî bikin bi bêedebî li ser wê diaxivin. Qaşo me dêrên ermeniyan niha xira kirine, dest danîne ser wan. Bila biçe çavê we. Bereksê wê, em dêrên li weqfiyeyên ermeniyan teslîmê wan dikin. Heke heyînên wan hebin em teslîmê wan dikin. Ez dibêjim ku di arşîvên me de niha ji milyonekî zêdetir belge hene, li ser van lêkolîn hatine kirin. Heke hûn jixwebawer bin, rûmeta we hebe, îlma we hebe hiqûqnasên xwe derxînin, dîroknas û arkeologên xwe bişînin. Hûn kî dişînin, ji kîjan welatê tên bila bên. Heke wir tiştekî wekî ku hûn dibêjin derkeve em amadeyê rûbirûmayînê ne. Lê nekarin ku vê bikin. Ji ber ku ev mijara cibilyetê ye."
"(Biryara Parlementoya Almanyayê ya der heqê îdiayên ermeniyan de) Heke hûn ji bo kirinên xwe, sûcên xwe yên deremirovahiyê hevkaran bigerin ew hevkar em nînin. Herin wê şirîkê li cihekî din bibînin. Heke hûn hewl bidin ku ne bi lêkolînên zanistî û akademîk lê bi siyasetê, bi destê parlementoyan daxwazên xwe yên qirêj bi cî bînin hûn nikarin vê bikin. Ew ji guhekî me re dikeve, ji guhê din re derdikeve. Tu qîmeta vê kirina we di hiqûqa navneteweyî de jî tune jixwe. Em dê li hember van lîstikên van welatan ên ji bo ku sûc û gunehên xwe kêm bikin serî netewînin. Ji destnimêja me gumana me tune ku em ji nimêja xwe bikevin şikê. Em rehet in. Min got ya arşîv li holê ne. Heke armanc çareserkirina mijarê be em li vir in. Lê belê çiqas hûn bikevin tengasiyê hûn vê mijarê wekî çovekî ji bo lêxistina Tirkiyeyê bi kar bînin qusûrê nenêrin lê em destûr nadin vê yekê."