05 Hezîran 2016•Rojanekirin: 06 Hezîran 2016
HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyê jetên rejima Esed û Rûsyayê li Helebê bombeya waqûm û warîlê reşandin ser herêmên ku di destê dijberên rêveberiyê da ne. Di bombebaranê da 18 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn.
Rayedarê parastina sivîl İbrahim Ebu Leys daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku jetên ûris û firokeyên artêşa Sûriyê li Kastillo yolu, Cisr Hac, Badiyin ve Muyesira semtên Helebê bombeya "vaqûm û warîlê" reşand ser cihê ku mirov lê dimînin.
Ebû Leys got ku di bombebaranê da jin û zarok jî di nav da 18 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn, ekîbên parastina sivîl li semtê Muyesîrê cinaze û birîndaran ji bin enkazan derdixin.
"Rûsya û rejim li Helebê her roj komkujiyên nû dike"
Leys destnîşan kir, li Helebê herêmên mixalifan tên bombebarankirin. Ûrisan navçeya Anadan û Hreytanê û bajaroka Kafr Hamrayê jî cihên danişînê bombebaran kirin.
Ebu Leys diyar kir, ji ber êrîşan ekîbên parastina sivîl, dereng digihîjin cihên bûyerê û wiha dewam kir: "Rûsya û rejim li Helebê her roj komkujiyên nû dike. Heleb ji ber êrîşên ûris û Esed dişewite. Em dixwazin ku raya giştî ya navneteweyî zextê bide ser rejimê ku êrîş bisekinin."