Arinç li ser pirsa "Di pakêtê de ji bo Elewiyan tu tiştek tuneye" de got ku, di dema wezîrtiya Faruk Çelîk de xebat hat kirin û encamên wê jî wekî pirtûk hat weşandin. Arinç ragihand ku di mijara Elewîtiyê de gelek nêrînên ji hev cihê henin, hin dibêjin ku Elewîtî olek cuda ye, hin kes jî dibêjin neteweyek cuda ye. Em ji bo ku Elewî ji me veneqetin û biryarên xelet neyên sitandin, dixebitin. Arinç got ku ji bo demokratîkbûnê divê daxwazên Elewiyan bi cî bînin û serkeftina hikûmetê jî ew e ku bersivên erênî dide daxwazên demokratîk.
Arinç diyar kir ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji sersalê heta niha peywirek daye Arîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag û got ku "wan hevdîtinên di xebatê de û mijarên rojane yên îro bînin cem hev, bila Serokê me yê Diyanetê bixebite, lê hûn wek siyasetmedar dîsa bi aliyan re rûnên û biaxivin. Em dikarin hin mijaran qebûl bikin. Di hin mijaran de jî çi dixwazin em dikarin bidin wan" ev daxwaza serokwezîr e.
Arinç destnîşan kir ku xebata Bozdag hêj jî neqediyaye û wiha pê de çû: " Ji ber vê yekê dema pakêt hat eşkerekirin hat gotin ku ev ne cara ewilîn e, ne jî ya dawîn e, bi qedandina hin xebatan re dê pêvajo jî bidome. Ew wisa difikirim ku dê hin mafên meşrû teqez bi cî bînin. Divê em van daxwazên bêhincet yên ku welatiyên me yên Elewî diaxwazin, bi cî bînin."
Arinç di der barê kurtkirina leşkeriyê de jî got ku ev saleke li ser vê mijarê diaxivin û berpirsyarên vê mijarê Wezareta Parastina Neteweyî û Serokatiya Sererkenaiyê ye û ji bo me nêrînên van saziyan gelekî girîng in.
Arinç got ku Sererkanî bi erênî li daxistina leşkeriyê dinêre, biryara hikûmeta me jî daketina dema leşkeriyê ye.
Arinç li ser pakêta demokratîkbûnê jî sekinî û da zanîn ku eraziya Weqfa Mor Gabrîelê dan welatiyên Suryanî, mijarên sonda neteweyî û cil û bergên kamuyê ketin meriyetê. Arinç qala teqwîmên der barê rêzikdanînê jî kiri û got ku hêvidar im ku ev verastkirinên qanûnî heta dawiya salê bên bi cî anîn.