ANKARA
Bervekirina Elewiyan a ku di 2009an de li gel komxebatên elewiyan qala wê hatibû kirin, ji nû ve di rojevê de ye.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên elewiyan, nirxandina mafên mirovahî û demokratîk komxebatên ku ji 7 merheleyan pêk tên di 3-4ê Hezîrana 2009an de dest pê kiribû û komxebata herî dawîn jî di 28 -30yê çileya paşîn a 2010an de hatibû kirin.
Ji nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên elewiyan, odeyên pîşeyê, zanîngehan, medya û partiyên siyasî û zanyar bi tevahî 304 kes beşdarî komxebatan bûn.
Piştî komxebatan biryarên ku hatin hildan di raporên encamê de bi 4 sernavên wekî "peywend û konsept", "referans û sabîte", "pirsgirêkên nasnameyan" û "nirxandin û pêşniyaz"ê hatin weşandin û di wan raporan de qala pirsgirêkên elewiyan hat kirin.