Abdullah Tel
11 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Ji hêla Wezareta Parastinê (Pentagon) ya Amerîkayê va hat pesendkirin ku li Sûriyeyê vekişandina hin ekîpmanan dest pê kir.
Rayedarekî ku daxuyanî da nûçegihanê AAyê û nexwest navê wî bê parvekirin got: "Ez piştrast dikim ku me ji Sûriyeyê dest bi vekişandina hin ekîpmanan kir."
Rayedarê ku ji AAyê ra axivî ji ber fikarên operasyonî der barê ekîpmanên hatine vekişandin û ji kîjan herêmê sewqî kê derê hatine kirin da hûrgilî neda.
Têlevizyona CNNyê ya Amerîkayê jî îdia kir Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) keştî û balafirên ku wê di dema operasyona vekişandinê da bên hildan kifş kiriye.
Pêvajoya vekişînê piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku di 19ê Berfanbara sala 2018an da eşkere kiribû, dest pê kir.
Bi biryara Trump va Jîm Mattîs ê ku Wezîrê Parastinê bû jî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Mattîs çend roj berî 1ê Rêbendanê beriya ku ji wezîfeya xwe îstifa bike ji bo vekişînê telîmat dabû artêşa Amerîkayê.