Sevim Hatun
14 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2017
ANKARA
Çarçoveya pênaseya "eqrebayên nêzîk" a ji bo qedexeya vîzayê ya Serokê DYAyê Donald Trump piraniya wan misilman li ser 6 welatan danîbû hat berfirehkirin.
Li gorî nûçeya BBCyê, Dadgerê Dadgeha Herêma Hawaiiyê Derrick Watson, ji bo qedexeyê got ku Dadgeha Bilind biryara "hevgiriyên eqrebatiyê" di çarçoveyeke teng de şîrove dike, lazim e sînordarkirinên wiha bi darê zorê nedin qebûlkirin.
Watson herwiha ravekirina rêvebiriya Washingtonê ya eqrebatiyê wekî "sînorkirina dereqanûnî" nîşan da.
Di biryara Dadgeha Bilind de jî tê gotin ku xizmên heqîqî yanê yên bi rastî di navbera wan de eqrebatî heye dikarin werin DYAyê, lê belê reveberiya Trump gotibû bila pîr, kal, nevî, gorim, jintî, bûra, xaltî di vê çarçoveyê de nebin.
Li gorî biryara Watson wê ji vir û pê ve, ev kesê jî bikaribin xizmên xwe yên li DYAyê ziyaret bikin.