30 Adar 2017•Rojanekirin: 30 Adar 2017
WASHINGTON
Dadgerê Federal ê Hawaiiyê Derrick Watson der barê biryara qedexeya vîzeyê ya ku Donalt Trump di 6ê adarê de ji bo welatiyên 6 welatên misliman de dabû di 15ê adarê de berwext dabû sekinandin. Watson heta biryara duyemîn ya dadgehê sepan "bêdem" da sekinandin.
Watson daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Dadgeh li ser van bûyeran xwe nade kêlekê û weke tiştek nebûbe tevnagere." Watson got ku li ser vê biryara xwe disekine.
Hat ragihandin ku, Wezareta dadê yê DYAyê dê birya Watson bibe 9emîn Dadgeha Temyîzê. Tê payîn ku Wezaret biryara Dadgeha Federal a li Marylandê jî bibe 4emîn Dadgeha Temyîzê ya Eyaleta Virginiayê.
Heta niha du biryarên Vîzeyê yê Trump dan sekinandin.