Îranê li Tehranê fuze û dron jî di nav da çekên xwe yên giran nîşan dan
Tahran
TEHRAN (AA) - Îranê li paytext Tehranê çekên xwe yên giran ên wekî fuzeyên balîstîk, pergalên parastina asîmanî û dron nîşan dan.
Li Îranê di sala 44emîn da ya şerê bi Iraqê ra ya di 1980yî da dest pê kir û 8 salan dewam kir û wekî "Hefteya Parastina Pîroz" tê bibîranîn, li Meydana Baharistanê ya li Tehranê çekên giran tevî posterê rêberê dînî Ayetullah Elî Xameney hatin nîşandan.
Di nava çek û techizatên eskerî da fuzeyên balîstîk ên "Xeyberşiken" ên menzil 1450 kîlometre û "Kadir-110" ên menzil 1800 kîlometre û her wiha çend cure dron û pergalên parastina asîmanî S-200 û S-300an bal kişandin.