Elif Orhan
04 Hezîran 2016•Rojanekirin: 04 Hezîran 2016
MOGADÎŞU
Li Somaliya ku rawestegaha dawî ya tûra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Afrîkaya Rojhilat a ku sê welatan di xwe de dihewîne de Şenol Kazanciyê Serokê Lijneya Birêvebirênê û Midûrê Giştî yê Anadolu Agencyê (AA) di çarçoveya hedefên sala 100emîn a damezrandina AAyê de peymanekî girîng îmze kir.
Anadolu Agency bi peymana ku Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Somaliyê re îmze kir re nêzî hedefa xwe ya ku di sala 100emîn a damezrîna Anadolu Agencyê de hemû nûçeyên xwe ragihîne parzemîna Afrîkayê bû.
Di vê çarçoveyê de Şenol Kazanciyê Serokê Lijneya Birêvebirênê û Midûrê Giştî yê AAyê û Abdîrehman Yusuf Al- Adalayê Midûrê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Somaliyê peymana hevkariyê ya di navbera her du welatan de îmze kirin.