23 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2016
ROMA
Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat daxuyand ku balafira Rêhewaya Afrîqiyahê ya Libyayê bi silametî daketiye Maltayê û tîmên ewlehiyê jî hemû tedbîrên xwe hildane.
Serokwezîrê Maltayê Joseph Muscat der barê revandina balafira ku 118 rêwî jî tê de ne li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuniyek da.
Muscat di hesaba xwe de wiha nivîsî: "Der barê revandina balafira Libyayê agahî dan min. Tîmên me yên ewlehiyê û rewşa bilez hemû tedbîr hildane."
Hêzên ewlehiyê li balafirgeha Maltayê derdorên balafirê girtine. Hat ragihandin ku li dijî balafirê hê tu operasyon nehatiye kirin.