Dinya

Rûsyayê bang kir ku bila Amerîka dev ji planên xwe yên bo Sûriyeyê berde

Nebenzîa: "Ew tehdîdên ku hûn bi ser Sûriyeyê va dikin lazim e me hemûyan bike nav fikarê lewra dibe ku em hemû xwe di nav bûyerên cidî û pir biêş da bibînin. "

Abdullah Tel  | 11.04.2018 - Rojanekırın : 11.04.2018
Rûsyayê bang kir ku bila Amerîka dev ji planên xwe yên bo Sûriyeyê berde

New York

NETEWEYÊN YEKBÛYΠ

Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Rûsyayê Vassîly Nebenzîa diyar kir ku ew tehdîdên Amerîka li hemberî Sûriyeyê bilêv dike herkesî dike nav fikareke cidî û wiha pê da çû: "Dibe ku em hemû xwe di nav bûyerên cidî û pir bi êş da bibînin. Ez niha li vê derê careke din bangî we dikim ku dev ji wan planên xwe yê dixwazin li ser Sûriyeyê bisepînin, berdin."

Li Konseya Ewlehiya NYyê (KENY) ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên bi jehrî yên li Sûriyeyê Amerîkayê pêşnûmayek û Rûsyayê jî du pêşnûma dabûn lê ji bo hersê pêşnûmayan jî piştgiriya ku hewce dikir nehat dayîn û hatin redkirin.

Bi redkirina pêşnûmayan Nûnerê Daîmî yê NY yê Rûsyayê Nebenzîa axivî û bangî Amerîkayê kir ku bila ew ji hemû planên xwe yên dixwaze li hemberî Sûriyeyê bisepîne dûr bisekine û dev ji vê yekê berde.

Nûnera Daîmî ya NYyê ya Amerîkayê Nîkkî Haleyê jî diyar kir ku cara 6emîn e Rûsya nahêle der heqê çekên bi jehrî yên li Sûriyeyê hatine bikaranîn da lêkolîn bên kirin û di hemûyan da wê veto kir.

Haleyê got: "Em çi jî bikin Rûsya wê dîsa çiv û qewsên xwe bidomîne."

Nûnera Daîmî ya NYyê ya Îngiltereyê Karen Pîerceyê jî destnîşan kir ku ji ber Rûsya rayeya xwe ya vetoyê awayekî nelirê bi kar tîne pêşî li ber KENYê tê girtin û biryar jê dernakeve.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.