Haydar Şahin
28 Îlon 2018•Rojanekirin: 28 Îlon 2018
BERLÎN
Ji bo xatirê Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê wekî mêvanê Serokomarê Almanyayê Frank Walter Stenînmeîer hat Berlînê li Qesra Bellevueyê merasima eskerî hat kirin.
Beriya mersima eskerî Frank Walter Steînmeîer û Elke Budenbendera xanima wî li pêşiya deriyê Qesra Bellevueyê li Serok Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî pêşwazî kirin.

Serok Erdogan paşê li vê derê "deftera taybet" îmze kir.
Piştî xwendina sirûdên neteweyî herdu serokomaran selam dan qiteya merasimê ya eskerî.
Erdogan û Steînmeîer piştî merasimê derbasî civînê bûn û çapemenî hilnedan civînê.
Serok Erdogan ew ê piştî vê hevdîtinê bi Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê ra were ba hev.