Türkan Tosun
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Berlîna paytextê Almanyayê di The Ritz-Carlton Hotelê civiyan.
Erdogan behsa têkiliya Tirkiye û Rûsyayê kir û got di sala 2019an da wan ji hêla têkiliyên dualî û mijarên herêmê va gelek gav avêtine.
Serokomar Erdogan got di mijara S-400an, hevkariya TurkAkimê, çêkirina Santrala Nukleer a Akkuyuyê û yên din da hevkariya Tirkiye û Rûsyayê çêbûye û ewê di sala 2020an da jî dewam bike.
Erdogan daxuyand ji bo ku Libya bigîhîje aştî û aramiyê divê di Civîna Berlînê da agirbest û pêvajoya siyasî bê qebûlkirin.
Erdogan spasiya Serokê Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî ya Libyayê Fayîz es Serrac kir ku wî qebûl kiriye bê civîna Berlînê û wiha axivî: "Hewildana me ya hevpar li qadê aramiyeke qismî pêk anî, lê em ê berhema esil a hewildanên xwe bi kombûna Civîna Berlînê bistînin. Ji bo ku Libya bigîhîje aştî û aramiyê divê di Civîna Berlînê da agirbest û pêvajoya siyasî bê qebûlkirin. Ji bo ku pêvajoya siyasî û gavên din ên çareseriyê bikevin rewacê, divê tevgera êrîşkar a Hefter dawî bibe."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, Nûnerê Taybet ê Libyayê yê Tirkiyeyê û Parlamenterê Enqereyê yê AK Partiyê Emrullah Îşler, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin jî di hevdîtinê da amade bûn.