Atila Altuntaş
30 Mijdar 2022•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2022
Ulf Krîsterssonê Serokwezîrê Swêdê got ku dê berî havînê qanûna terorê ya nû ya dê berî sersalê bikeve meriyetê bê tetbîqkirin.
Krîstersson daxuyaniyek da TTya ajansa nûçeyan a welatê xwe û duyemîn civîna mekanîzmaya hevpar a ku dê di çarçoveya Muxtireya Sêalî ya ku ji hêla Tirkiye, Fînlandiya û Swêdê va di Lûtkeya Madrîdê ya NATOyê da di 28ê hezîranê da hat îmzekirin da li Stockholmê hat kirin nirxand.
Krîstersson da zanîn ku civîn berhedar derbas bû û got ku "Aliyê Tirk cara ewil bi eşkereyî memnuniyeta xwe anî ziman."
Krîstersson behsa qanûna terorûê ya nû nirxand û got ku "Dê serê sala nû derbikeve û sepandina qanûna terorû ya dê pêşî li tevîbûna rêxistinên terorê bigire berî havînê dest pê bike. Swêd li gor peymana bi Tirkiyeyê ra îmze kirine tevdigere."
Krîstersson got nizane ka dê Tirkiye kendî endamtiya NATOyê ua Swêdê pesend bike û da zanîn ku Tirkiye vê dizane.