10 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
KILÎS
Weqfa Karsazên Taywanê yên Dinyayê li Kilîsê sol û kincên zivistanê belavî malbatên sûrî û tirk ên ku halê wan nebaş e kir.

Ev alîkariya ji bo 10 hezar kesî ji hêla Weqfa Karsazên Taywanê yên Dinyayê, Hêyva Sor a Tirkiyeyê, Şaredariya Kilîsê û Federasyona Moda û Kincan ve hat lidarxistin. Qisma ewil a alîkariyê li baxçeyê Midûriyeta Agirvemirandinê hat belavkirin. Balyozê Enqereyê yê Taywanê Yaser Taî-hsîang Cheng, Şaredarê Kilîsê Hasan Kara, Ceoyê Weqfa Karsazên Taywanê yên Dinyayê Jeff Yao û gelek endamên weqfê beşdarî merasima belavkirinê bûn.

Balyozê Enqereyê yê Taywanê Yaser Taî-hsîang Cheng got ku ev alîkarî gaveke ewil e û wiha axivî: "Ev li ser navê hikûmeta Taywanê destpêkeke baş e, emê bi we re vê hevkariyê bidomînin. Ez li vir sipasiya Hêyva Sor a Tirkiyeyê, Şaredarê Kilîsê Hasan Kara û her kesê ku keda wî di vî karî de heye dikim."

Şaredarê Kilîsê Hasan Kara jî got ku her çiqas tesîra Sûriyeyê li ser Taywanê çênebe jî alîkarî kiriye û spasiya dewleta Taywanê kir.

Ceoyê Weqfa Karsazên Taywanê yên Dinyayê Jeff Yao jî axivî û destnîşan kir ku armanca wan a tekane ew e ku alîkariyê bigihînin sûriyan.