Dinya

Trump sond xwar û bi fermî bû Serokê Amerîkayê yê 47emîn

Hakan Çopur  | 20.01.2025 - Rojanekırın : 20.01.2025
Trump sond xwar û bi fermî bû Serokê Amerîkayê yê 47emîn

Washington DC

Donald Trump di merasima ku li Kongreyê hat lidarxistin da sond xwar û bi awayekî fermî bû serokê Amerîkayê yê 47emîn û piştî heyama 2016-2020an dest bi serokatiya heyama duyemîn kir.

Serokê Amerîkayê Trump piştî çar salan di merasîma ku li Kongreyê hat lidarxistin da sond xwar û îro bi fermî dest bi wezîfeya xwe kir.

Trump di hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê yên ku di 5ê Mijdara 2024an hatibûn kirin da hevrika xwe ya Demokrat Kamala Harrîs têk bir û îro dîsa vegeriya Qesra Spî.

Trump di merasima ku Serokê Dadgeha Bilind ya Amerîkayê Dadgêr John Roberts serokatiya wê kir û bi diayê hat destpêkirin da sond xwar û wek 47emîn Serokê welêt di dîrokê da cî girt.

Trump dema sondxwarinê wiha got: "Ez Donald J. Trump bi sond dixwum ku ez ê wezîfeya Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi dilsozî bi cî bînim û bi hemû hêza xwe destûra bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê biparêzim."

Ji ber ku hewa sar e merasim bi telîmata Trump li hundirê avahiyê Kongreyê da hat lidarxistin.

Joe Bîden û serokên berê Barack Obama, George W. Bush û Bîll Clînton jî beşdarî merasima sondxwarinê bûn.

Ji hêla din, beriya ku Trump sond bixwe JD Vance derket kursiyê, sond xwar û bi awayekî fermî bû Alîkarê Serokê Amerîkayê.

- "Ez ê Amerîkayê dîsa mezin bikim"

Donald Trump piştî sondxwarinê axaftina xwe ya yekem kir.

Trump anî ziman ku ew ê Amerîkayê dîsa mezin bike û wiha axivî: "Ji bo ku ez Amerîkayê dîsa mezin bikim, Xwedê jiyana min bexşand."

Trump der barê rewşa koçberiyê ya li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê da Rewşa Acil a Neteweyî îlan kir, got ew ê rê li ber koça dereqanûnî bigire û wan kesan dersînor bike.

Trump destnîşan kir ku di polîtîkaya hikûmeta nû da du zayend wê derkevin pêş û wiha got: "Ji vir pê va polîtîkaya fermî ya hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jin û mêr, bi tenê du zayend in."

Trump wiha dewam kir: "Di demeke nêz da em ê navê Kendava Meksîkayê wek Kendava Amerîkayê biguherînin. Em ê Qanala Panamayê paşde bistînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın