Elif Orhan
18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 18 Mijdar 2015
Heke Leyla Zanaya parlementera HDPyê ya Agiriyê sond nexwe dê li parlementoyê nekare ku beşdarî xebatên rêzikdanînê bibe.
Zanayê di metna sondxwarinê ya parlementeriyê de guherîn kir û şûna gotina "gelê tirk" got ku "Gelê Tirkiyeyê". Dê dawiya merasima sondxwarinê de dîsa bangî Zanayê bikin ku sond bixwe.
Rayedarên parlementoyê dan zanîn piştî ku parlementerên Zonguldakê jî sond xwarin beriya ku rûniştin bi dawî bibe dê dîsa ji bo ku sond bixwe bangî Zanayê bikin.
Rayedaran ragihand ku heke Zana îro sond nexwe dê di rûniştina bê de navê wê bi navê parlementerên ku sond nexwarine re bê xwendin û ew vexwînin ser kursiyê.
Rayedaran diyar kir heke Leyla Zana sond nexwe dê li parlementoyê nekare ku beşdarî xebatên rêzikdanînê be, di Lijneya Giştî de biaxive, deng bide, nekare ku pêşniyaza qanûnê bide lê dê bikare ji mafên parlementeriyê sûd wergire.