Sevim Hatun
26 Adar 2018•Rojanekirin: 30 Adar 2018
KİLİS
Hin malbatên ji Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî revîbûn û xwe spartibûn Tirkiyê vedigerin herêmên di çarçoveya Herekata Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê de ji PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorî hatin paqijkirin.
Di nav de jin û zarok jî 80 Sûriyeyî di çarçoveya Bernameya Vegera bi Dilsozî de, piştî karûbarê li biroya Midûryeta Îdareya Koçê ya Tesîsên Oncupinarê li otobêsan siwar bûn û ber bi welatê xwe ve bi rê ketin.
Mahmud Vardenê ji Sûriyeyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku 4 sal berê rêxistinên terorî êriş birine ser mala wan û ew ji ber vê yekê hatine Tirkiyê.
Varden got ku piştî demekê dirêj wê xizmên xwe yên li Sûriyeyê bibîne ji bo vê kêfxweş e.
Ji penaberan Sabah Umranê jî got ku berê jiyana li Sûriyeyê dijwar bû, îro bi saya Tirkiyeyê jiyan wir asayî bû û ew vedigerin. Umranê got Tirkiyeyê deriyên xwe ji me re vekirin lê tu der ciyê welatê mirov nagire û ji bo vê yekê biryara vegerê dane.
- 60 hezar Sûriyeyî vegerîn welatê xwe
Ji 1ê rêbendana 2015an vir ve nêzî 60 hezar Sûriyeyî di çarçoveya Bernameya Vegera bi Dilsozî de vegerîn welatê xwe.
Ji aliyê din ve di serî de Rêveberiya Afad û Rewşa Acil û Kizilaya Tirk digel gelek saziyên alîkariyê derbasî herêmên ji terorê hatine paqijkirin bûn, li vir pêdiviyên sivîlan pêk tînin.