ANKARA/EZAZ
Navçeya Til Rifat ku nêzîkî sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye, di bin dagiriya YPG/PKKa ku ji Efrînê derket da ye. Bi sedan hezar şêniyên navçeyê, piştî ku xaka wan were rizgarkirin, wê vegerin ser warê xwe.
YPG/PKKê di destpêka 2016an da ji bo ku rojhilatê Çemê Feratê ku dagir kiriye, bi Efrînê ra bike yek, xwestibû ku herêmên di navberê da bi dest bixe.
Rêxistinê ji Efrînê ber bi rojhilatê başûr û ji Minbicê jî ber bi rojava hemle kir û xwest ku Til Rifat û Babê werbigire û xeta xwe bike yek.
YPG/PKKê bi vî awayî wê li ser tevahiya sînorê Sûriye-Tirkiyeyê desthelata xwe biedilanda.

Terorîst wê demê bi alîkariya asîmanî ya Rûsyaya ku bi Tirkiyeyê ra di krîzê da bû, ji Efrînê ber bi rojhilatê başûr pêşda çûn.
Rêxistina ku ji Efrînê derket, navçeya Til Rifatê û gundên wê dagîr kirin.
Qaşo pêkhateya îdarî ya rêxistinê ya li tevahiya Sûriyeyê ji "3 herêm û 6 kantonan" pêk tê. Rêxistin pêkhateyê wekî "Cezîre (Heseke û Qamişlo), Ferat (Kobanê û Til Ebyad), Efrîn (Efrîn û Şehba) bi nav dike. Parêzgeha Reqa ku dagir kiriye jî qaşo bi statuya taybet bi rê va dibe.
Rêxistin xeta ku ji Til Rifatê dest pê dike û digihîje Minbicê wekî "kantona Şehba" bi nav dike.
Lêbelê navçeya Babê ya di navbera Til Rifat û Minbicê di herêma Mertalê Feratê da dimîne ku ji ber vê qasê jî ji bo rêxistinê peywendiya Til Rifat-Minbicê qut kiriye.
- Nifûsê navçeyê diguherîne
YPG/PKKê dema Til Rifat dagir kir, qedera 250 hezar Erebên sivîl da ser rê.
Xelkê Til Rifatê jî berê xwe da herêma Mertalê Feratê û Ezaza di bin kontrola mixalifan da.
Rêxistinê piştî ku Til Rifat dagir kir, ji Efrînê malbatên Kurd anîn û li vir cih kirin.
- Hin gund di Çiqlê Zeytûnê da hatin wergirtin
Li gorî agahiya ku peyamnêrê AAyê berhev kir, warên ku hîna jî di bin dagiriya YPG/PKKê da ne ev in:
Navenda navçeya Til Rifatê, bajarokê Kefr Neye û bajarokê Deyr Cemal, Minax, Xerabişe, Babinis, Eksar, Zoyan,Til Înîp, El Coba, Hasin, Halisa, El Neyrabiyye, Şêx Keyif, Til El Madik, El Hassiye, Taane, El Karmilê, gundên Til Cîcan, El Wardiye, Suruç, Umel Kura, El Wehşiye, Marita, Til Rehhal, Malika, Kiştiar, Tata Maraş, Teneb, Kefer Anton, El Wasitiye, Şavarga, Eyn Daqnê, Maranaz, Hirbat Heyat, Kefer Nasih, Hasacik, Til Şair, Til Acar, Til Karah, Ez Ziyare, Fefin, Um Xoş, Herbul, Ehras û Şêx Îsa û çewlikên Garnata, El Wardiye, Es Samuka, El Alkamiye, Bir Harbul, El Beyluna, El Hib, Eş Şehebiye û Şêx Hilal.
Ji hêla din va, di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da gundên Til Rifatê Meryemeyn, Kefer Mez, Şavarighat el Cawiz û Anab ji destê terorîstan hatibûn derxistin. Gundê Şealeyê jî bi destê gundiyên ku berê xwe spartibûn Babê û bi operasyonê bi xwe bawer bûn û bi derfetên xwe wergirtibûn.
- Peyama Serokomar Erdogan
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan duh di axaftina xwe ya li kongreya asayî ya 6emîn a Parêzgeha Trabzonê ya AK Partiyê da wiha gotibû, "Înşelah em ê di demeke kurt da Til Rifatê jî bixin bin kontrola xwe û vê operasyonê bibin serî."