Haydar Şahin
31 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Nîsan 2018
MAPUTO
Komyonetên servekirî yên ku li gelek ciyên dinyayê pê bar dikişînin li Maputoya paytextê Mozambîke di birin û anîna rêwiyan da tên bikaranîn.
Li paytexê welêt ji bo birin û anîna rêwiyan herî zêde kamyonet tên bikaranîn, rêwî di dema rêwîtiyê da ji bo ku li erdê nekevin hevdu digrin û hembêz dikin ji ber jî di nav gel da ji van kamyonetan ra dibêjin "My Love" (eşqa min).
Li bajêr bi qasî 1,1 milyon kes dijîn, gel bi kamyonetên ku devedevî tijî dibin va diçin kar û malên xwe.
Ji ber ku otobêsên li bajêr têrê nakin welatî di rojê da kêmzêde 15 metîkalî (lireyek) pere didin komyonetan û pê rêwîtiyê dikin.
- "Armanca me ew e ku bi qasî dikarin merivan tijî bikin"
Almedîa Nhamtumboyê ajokarê "My Love"ê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku qerebalixbûna kamyonetê girîng nîne û got "Armanca me ew e ku bi qasî dikarin merivan tijî bikin".
Sîlvîo Domîngosê ku her roj bi kamyonetan rêwîtiyê dike jî got, "Konfora wan wesayîtan tune û ewledar nînin lêbelê terciheke din jî li pêşiya min tune. Lewra ez mecbûr im ku karên xwe yên rojane bidomînim."
Adelino Assaneyê 40 salî yê ku li Huleneya herêma Maputoyê dijî diyar kir ku ji bo bi otobêsê rêwîtiyê bike her roj di saet 04.30yî da radibe lêbelê dîsa jî xwe nagihîne otobêsê û “My Love” ji bo wî dibe firsend.
- "Dibê werin qedexekirin"
Piraniya gel bi van wesayîtan rêwîtiyê dike lêbelê ji ber xetereyê her kes dixwaze ku ev wesayît werin qedexekirin.
Joana Macîaya karmend jî destnîşan kir ku bi "My Love"yê rêwîtiyê dike lêbelê ev wesayît ji bo anora însanan heqaret in û wiha axivî: "Dibê ev werin qedexekirin lewra merivan dixe xetereyê. Lêbelê dibê dewlet jî ji bo çûyîn û hatina gel şert û mercan baş pêk bîne."