16 Tebax 2016•Rojanekirin: 16 Tebax 2016
ANKARA
Dosyeya ku Wezareta Dadê der barê îadekirina 8 leşkerên derbekar ên ku piştî hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) bi firokeyê revîn Yewnanistanê, bi navbeynkariya Wezareta Karên Derva va ji Yewnanistanê ra şand.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda Midûriyeta Têkiliyên Derva û Hiqûqê ya Wezareta Dadê di çarçoveya verastkirina "Peymana der barê Îadekirina Sûcdaran" ku li Tirkiye û Yewnanistanê di rewacê da ye ji bo îadekirina 8 eskerên derbeker dosya amade kir.
Hat ragihandin ku dosyaya ji hêla Wezareta Dadê va hat amadekirin û teslîmî Wezareta Karên Derva hat kirin ji Yewnanistanê ra hat şandin.
Eskerên derbeker ên ku reviyan Yewnanistanê bi hinceta "Bi zor û tundiyê makezagon binpêkirin", "Hewla kuştina Serokomar", "Li hemberî qanûn û hikûmetê sûc kirin" û "Ji kesekî zêdetir bi çek û nîvê şevê hewla talankirinê" îadeya wan hat xwestin.