HAMBÛRG
Komek xwendekarên zanîngehê li Hambûrga bajarê Almanyayê piştî bûyerên ku di 21ê kanûna pêşîn de qewimîn, her çiqas qedexeya "herêma xeternak" hatibe rakirin dîsa jî meşiyan û bûyerên ku ev 3 hefte ne berdewam dikin, protesto kirin.
Koma xwendekarên zanîngehê li Qada Dammtorê ya ku Zanîngeha Hambûrgê li wir e, civiyan pêşi ber bi taxa Sterschanzeya ku wekî herêma xeternak hat îlankirin meşiyan, pişt re jî ber bi taxa Saînt Paûlî ji wir jî ber bi Park Fîctîona li perava lengergehê ve meşiyan.
Xwendekarên ji komîteya protestoyê li vir daxuyaniyek dan û parastin ku 12 hezar penaberên ku ji şerên navxweyî yên li Efganistan, Sûriye û Afrîkayê reviyan Ewropayê, ji ber polîtîqayên penaberan yên Ewropayê yên derveyî mirovahiyê di nav ava Behra Spî de xeniqîn.
Xwepêşnadêr dirûşmeyên ku Serokê Eyaleta Hambûrgê Olaf Scholz û hikûmeta Hambûrgê ya ku ji meha adarê ve mafê rûniştinê nade penaberên sûriyeyî û afrîkayî yên hatine Hambûrgê, şermezar dikin avêtin.
Xwendekaran qedexeya "herêma xeternak" û valakirina "malên Essoyê" yên ku piraniya wan de penaberên afrîkayî û xizan rûdinin, protesto kirin. Xwendekaran parast ku hikûmeta Hambûrgê di çarçoveya xebatên veguherîna bajêr de her ku diçe derfetên jiyana kesên desteng dijwartir dike. Xwendekaran xwest ku divê bêtir malên civakî bên avakirin û pirsgirêkên mirovên xizan bên çareserkirin.
Xwepêşandêr piştî daxuyaniyan ber bi taxa Reeperbahnê ve meşiyan û hatin qada ku malên Essoyê li wir in û pişt re belav bûn.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku li taxa Sterschanzeyê 3 kesên ku bê destûr xwepêşandanê dikin û boyaxê direşînin derûdorê, fîşengên hewayê diavêjin, hatin binçavkirin.