Ahmet Aydın
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 05 Mijdar 2017
SILÊMANÎ
Konseya Serokayetiyê ya Yekîtiya Nîştimaniyê ya Kurdistanê (YNK) pêşniyaza rawestandina faaliyetên polîtburoyê heta 6 mehan bi piraniya dengan qebûl kir. Herwiha hat ragihandin ku wê biryara wan a nîhaî di civîneke piştre tir de bê dayîn.
Li gorî çavkaniyên YNKê, civîn ji çapemeniyê re girtî li bajarê Silêmaniyê li navenda partiyê ya YNKê hat li dar xistin.
Hat destnîşankirin ku pêşniyaza rawestandina çalakiyên partiyê heta 6 mehan bi piraniya dengan qebûl bûye lê biryara nîhaî wê di civîna ku biryar e roja duşembê bê lidarxistin, bê dayîn.
Herwiha hat ragihandin jî ji bo rêvebirina karên partiyê bi serokayetiya Cîgirê Sekreterê Giştiyê YNKê Kosret Resûl, Lijneya Bilind a Rêveberiyê ku ji 10 endaman pêk tê hat vakirin.