Nihat Kavşut
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 05 Mijdar 2017
BÊRÛT
Saad Herîriyê Serokwezîrê Libnanê îstifaya xwe ragihand.
Herîrî li Riyada paytextê Erebistana Siûdî di weşana zindî ya televizyonekê da îstifaya xwe eşkere kir û destnîşan Hizbullah û Îran îstiqrara herêmê xerab dikin û wiha got: "Ez îstifaya xwe ya ji serokwezîrî û hikûmeta Libnanê eşkere dikim. Hizbullah û Îran tevlî karên navxweyî yên dewletên ereban dibin û îstiqrara herêmê xerab dikin."
Saad Herîrî diyar kir rewşa Libnanê ya niha dişibe heyama beriya kuştina bavê wî Refîq Herîrî û got fikarên min hene bêm kuştin.
Herîrî do li Bêrûta paytextê Libnanê li Qesra Hikûmetê bi Elî Ekber Welayetê Serşêwirmendê Ayetullah Elî Xemeneyê Serokê Îranê ra civiyabû û peyra çûbû Riyadê.
Saad Herîrî di nav 2 hefteyên dawîn da 2 caran çûbû Riyadê û vê bal kişandibû.