RAMALLAH
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 15 filistînî binçav kirin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê artêşa Îsraîlê hat dayîn, "15 kesên ku li Şerîaya Rojava lê digeriyan hatin binçavkirin û ji bo lêpirsînê şandin cihê lêpirsînê."
Li gor daxuyaniya Cemiyeta Hêsîrên Filistînê wiha hat gotin: "Artêşa Îsraîlê destê sibê li çend bajarên Şerîaya Rojava li ser malan de girtin. Li bajaroka Husana ku dikeve rojavayê Beytullahîmê 3, li Ramallahê 3, El Xelîlê 3, li Kalkîliyê 3, li Cenînê 2 û li Tulkermê jî kesek hat binçavkirin."
Artêşa Îsraîlê li bajarên Şerîaya Rojava her tim di ser şêniyan de digre û bi hinceta lêgerînê filistîniyan binçav dikin.