Haydar Şahin
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
DIHOK
Êzdiyên li Iraqê dixwazin restorasyona Laleşa perestgeha wan a dîrokî ya ji ber krîza aboriyê di nîvî da mabû were temakirin.
Perestgeha Laleşê ya li Şeyxana navçeya Dihoka bajarê Iraqê ye û bi destê hemû Êzdiyan pîroz tê qebûlkirin li benda temîratê ye.
Xalid Nehroyê berpirsyarê restorasyona Laleşê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê ji bo restorasyona perestgehê di sala 2012an da 15 milyon dolar budçe veqetandibû û saziyeke biyanî karê restorasyona perestgehê hildabû.
Nehro diyar kir ku restorasyona perestgeha ku xêncî Êzdiyan gelek tûrîst jî ziyaret dikin kêmzêde 2 salan dewam kir, piştî ku DEAŞa rêxistina terorê derkete holê û kirîza aboriyê derket jî navber dan xebatan.
Nehro destnîşan kir ku ji ber tengasiya budçeyê restorasyon nîvco ma, Êzdî dixwazin qasî ku îmkanên wan têrê dikin karên restorasyonê bidomînin lêbelê ev jî têrê nake.
Nehro bangî hikûmeta HKIyê kir ku ji bo bi serkeftî temamkirina restorasyonê bira dayîna budçeyê bidomîne û girîngiyê bide mijarê.
Her sal bi taybetî di cejna dînî ya Êzdiyan a "Çarşema Sor" da gelek ziyaretvan tên Laleşê. Tê texmînkirin ku dîroka Laleşê digihîje 4 hezar salî.