Haydar Şahin
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
QUDIS
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Avîgdor Lîberman ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Lîberman piştî civîna ku ligel rayedarên partiya xwe ya Îsraîl Mala Me (Yisrael Beiteinu) kir di civîna çapemeniyê da diyar kir ku îstifa kiriye.
Lîberman polîtîkayên li ser Xezeyê yên hikûmetê rexne kir û got, "(Agirbesta duh di navbera komên Filistînê û Îsraîlê da hat îlankirin) Agirbest tê wê meneyê ku teslîmî terorîstan bûn wekî mayîn meneyeke wê tune."
Lîberman got destûr dan ku 15 milyon dolarê ji Qeterê hat derbasî Xezeyê bibe û bi komên Filistînî ra agirbest hat hat îlankirin ew ê li ber van tiştan bêdeng nemîne û wiha axivî:
"Em ji aliyekî ra li Meclisê qanûnan derdixin ku pêşî lê bibirin da ku pere nekeve destê malbatên terorîstan û ji aliyê din ra pere didin vana (gelê Xezeyê) ku werin li sînorê me çalakiyan li dar bixin û piştgiriyê bidin kuştina eskerên me."