Elif Orhan
26 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
AMMAN
Birêvebiriya Urdunê têkiliyên dîrokî yên bi Tirkiyeyê re destnîşan kir û da zanîn ku nûçeyên dibêjin ku Qral Ebdûllah di ziyareta xwe ya DYAyê de gotinên ku Tirkiyeyê sûcdar dikin gotine, bêbingeh in.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu dê ji bo ziyareta fermî biçe Ammana paytextê Urdunê. Berdevkê Hikûmetê û Wezîrê Enformasyonê Mihemed el-Mumunî beriya ziyareta Serokwezîr Davutoglu daxuyanî dan nûçegihanê AAyê.
Mumunî got "Têkiliyên Tirkiye-Urdunê dîrokî ne û xwe dispêrin prensîba rêzdariya du alî" û bersiva îdiayên li ser hin malperan ên dibêjin ku Qralê Urdunê Ebdûllah di hevdîtinên di ziyareta DYAyê yê di 11ê kanûna paşîn de gotinên ku Tirkiyeyê sûcdar dike gotine, da.
Mumunî got "Nûçeyên rojnameyan ên derew tesîrî vê têkiliyê nake. Nûçeyên bi vî awayî ji profesyoneliya pîşeyî ya asgarî bêpar in."
Wezîrê Enformasyonê yê Urdunê di daxuyaniyeke xwe ya ku îro da de gotibû ku ji ber ziyareta Serokwezîr Davutoglu ya Urdunê kêfxweş in.