Ahmet Dursun
14 Tebax 2024•Rojanekirin: 14 Tebax 2024
Îranê ragihand ku li Deryaya Xezerê tetbîqata eskerî li dar xist.,
Li gorî ajansa nîvfermî ya Mêhr Newsê, Tetbîqata ku ji aliyê Hêzên Deryayî va hat lidarxistin, li gorî dema herêmî saet di navbera 19:30 û 20:30 de li Deryaya Xezerê ya parêzgeha Gîlanê ya li bakurê welêt hat lidarxistin.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku tetbîqat ji bo zêdekirina amadekariya parastinê ya Hêzên Deryayî hatiye organîzekirin.
Rayedarekî Walîtiya Astara ya parêzgeha Gîlanê jî got, "Divê raya giştî ji dengên teqînan netirse."
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê jî di 11-13 Tebaxê da li rojavayê welêt tetbîqata 3 rojan li dar xistibû.