ANKARA
Hilbijartina 10 endamên esil û 6 endamên cîgir yên HSYKyê ew ê di 12ê cotmehê de bê kirin. Di hilbijartinê de 45ê wan edlî 16ê wan îdarî bi tevahî 61 namzedê têkevin pêşbaziyê. Di hilbijartinê de 13 hezar û 994 dadger û dozgerê raya xwe biavêjin.
Di hilbijartina 10 endamên esil û 6 endamên cîgir yên Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) de 12 hezar û 520ê wan edlî, hezar û 474ê wan îdarî bi tevahî 13 hezar û 994 dadger û dozgerê di 12ê cotmehê de herin ser sandiqê.
Di hilbijartinê de ji dadrêsiya edlî 7 endamên esil û 4 endamên cîgir, ji dadrêsiya îdarî jî 3 endamên esil û 2 endamên cîgir bên hilbijartin. Endamên ku bên hilbijartin yê 4 salan wezîfeyê bikin.