06 Nîsan 2016•Rojanekirin: 07 Nîsan 2016
ANKARA
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Ajansa Anadoluyê (AA) û Midûrê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci bi minasebeta salvegera 96em a avakirina AAyê peyamek weşand. Kazanci got ku Ajansa Anadoluyê nêzî sedsalekê berê ji nîşaneyên têkoşîna li dijî dagirkeriyên axa weten bû.
Kazanci wiha got: Hêzên dagirker û tevkarên wan ên xwemalî ji bo ku Têkoşîna Millî têk biçe, nûçeyên derew bela dikirin û hewl didan ku baweriya gelê Anadoluyê bişkênin. Bi mebesta ku fealiyetên propagandayên wan asteng bike, Xazî Mustafa Kemal Ataturk telîmat da û AA di 6ê nîsana 1920î da ava bû. Kazanci diyar kir, ji wê rojê pê va AA bû çavkaniya agahiyên dirust û çavkaniya nûçeyên rastîn û wisa dewam dike.
Kazanci destnîşan kir, dîrokeke dirêj a AAyê heye û di Şerê Rizgariyê da piştgirî da çêbûna şiûra millî. Kazanci got ku AA dînamîkbûna xwe va xwe timî nû dike, niha jî di nav ajansên nûçeyan yên navneteweyî yên herî xurt da cih digre.
Kazanci destnîşan kir, perwerdekar û nivîskar Halîde Edîp Adivar û rojnameger Yunus Nadî AA ava kir, AA di Akademiya Nûçeyan da perwerdeya rojnamegeriyê dide û rojnamegeran perwerde dike, bi saya serê vê mîsyona rojnamegerî û perwerdeya avakarên xwe tîne cih.
Kazanci bal kişand, ji destpêka avakirinê û heta niha di gelek qadên AAyê da guhertin û pêşketin çêbûn, ji guhertinên herî girîng jî bi weşana bi zimanên cuda ye. Kazanci got ku tirkî jî di nav da AA bi 11 zimanên cuda weşanê dike, her roj bi îngilizî, erebî, BHS (boşnakî, hirvatî, sirpî), rûsî, kurdî (soranî û kurmancî), fransizî, arnavûtî, farisî û makedonî nûçeyan çêdike û ji aboneyên xwe ra dişîne.
" AA dengê hevnijadên li hemû dinyayê ye"
Kazanci daxuyand, tecrubeya Ajansa Anadoluyê ya sedsalekê ye û ev tecrubeya xwe li her derê ku ferdên millet lê hene belav kiriye, êdî ne tenê Anadoluyê, bûye dengê hevnijadên li hemû dinyayê. Kazanci wiha dewam kir:
"Ji bilî van Ajansa Anadoluyê li erdnîgariyên din jî geşedanan di cih da dişopîne, nûçe û wêneyên ajansê her roj di bi dehan saziyên medyayê yên navneteweyî da tên bikaranîn an jî wek çavkanî tên nîşandan. Nasnameya Ajansa Anadoluyê ya çavkanîbûna nûçeyên pêbawer li derveyî sînorên welatê me jî belav bûye û serkeftî bûye."
Kazanci îfade kir ku Ajansa Anadoluyê di serî da hêza xwe ji milletê me hilda û di Têkoşîna Millî da bû dengê millet, wê îro û sibê jî bibe dengê milletê me û wiha got: "Ajansa Anadoluyê di serî da hêza xwe ji milletê me hilda û di Têkoşîna Millî da bû dengê millet, wê îro û sibê jî bibe dengê milletê me û bidome. Ji aliyekî va hemû geşedanên li dinyayê bi lez û bez digihîne aboneyên xwe û wê ji aliyekê va jî bi biryardarî çîroka Tirkiyeyê ji hemû dinyayê ra ragihîne."
Kazanci salvegera 96em ya AAya ku di çapemeniya Tirkiyê da serkêşiya pêşdaçûnê ye, pîroz kir û ji hemû xebatkarên ku ked dane saziyê ra sipas kir, ji kesên ku berê ji AA an jî çapemeniya tirk ra xizmet kirine û niha mirine ra rehmet xwest.
Kazanci ji bo pêşketina AAyê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ra jî sipas kir.