17 Adar 2016•Rojanekirin: 20 Adar 2016
ANKARA
PKKya rêxistina terorê ya xwînî di dîroka xwe da bûye kiryarê gelek çalakiyên dermirovahî, vê axiriyê ji bo ku bertekên li ser komkujiyên sivîlan berteref bike û xwe ji bertekên neyênî biparêze, binşaxên rêxistinê çalakiyan hildidin ser xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAYê berhev kirin, PKKya rêxistina terorê di 15ê tebaxa 1984an êvarê saet 21.30î da li Erûh û Şemdînliyê çalakiya biçek kir û navê xwe da bihîstin. Rêxistin bi alîkariya hêzên dereke va jî 32 sal in êrîşên namerd dike û li Tirkiyê dixwaze hizûr, biratî xerab bibe, li pey xerabkirina pergala makezagonî ye.
Rêxistina terorê bi kirinên xwe yên propagandayê va bi êrîşên bibombe va jin, mêr, ciwan, kal, zarokan qetil dike, lê wek kiryar navê rêxistinên din dide.
PKK li Sûriyê navê PYDê bi kar tîne. PYDê jî dike du şaxan, yek siyasî yek jî şaxa çekdar e. Ji bo şaxa çekdar jî YPG dibêje. Navê şaxa Îranê ya rêxistina terorê jî PJAK e.
- Her tîpa alfabeyê bi kar tînin
Rêxistia terorê dema ku êrîşan dike û sivîl tê da dimirin, li ber çavê piştgirên xwe dikeve zorê. Ji bo ku ji vê yekê xelas bibe her carê dibêje têkiliya çalakiyê bi qademeya komûtayê ra tuneye.
Rêxistinê di navbera salên 1987-1991ê da Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Şoreşger ên Kurdistanê, di navbera salên 1991-2003yan da jî bi navê Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê rêxistin ava kirin. Di navbera salên 2003 û 2005an da jî Hereketa Ciwanên Azad ên Kurdistanê ava kir. Vê rêxistinê li Tirkiyê bi navê Hereketa Ciwanên Azad fealiyet kirin.
"Konfederalîzma Ciwanên Demokratîk" di navbera 2005 û 2007an da hat damezirandin û li Tirkiyê bi navê Hereketa Ciwanên Azad ên Welatparêz (YOGEH) fealiyet kir. Vê rêxistinê di 2008an da navê xwe kir Hereketa Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H) paşê kir Meclisa Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDGM). Wek Meclisa Ciwanên Welatparêz ên Demokratîk (DYGM) fealiyetên xwe domand. Herî dawî bi navê YPS (Yekîneyên Parastina Sivîlan) li Rojhilat û Başûrê Rojhilat di serî da li hemû Tirkiyê çalakiyên xwe didomîne.
Di vê navberê da hêzên çalakiyên çekdarî yên rêxistinê di vê pêvajoyê da çend caran nav guhert. PKKya rêxistina terorê car bi car bi hinek parçekokên xwe yên weke Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS), Yekîneya Xweparastinê (OSB) li çalakiyên xwe yê xwînî berdewam bû. Car bi car jî bi guhertina navê xwe yê sereke bi navên weke KCK, Kongra-Gel û KKK di raya giştî da bi firenavî hat xuyakirin.
Ji aliyekî din va, bi navê xwe yî Teyrebazên Azadiya Kurdistanê (TAK) piştî 2004an bi taybet li bajarên mezin û deverên geştiyarî dijî sivîl û leşkeran dest bi êrîşan kir.
Hinek ji wan êrîşên dijî sivîlan yên ku TAKê girtiye sitûyê xwe ev in:
"- 16 temûz 2005: Di encama teqandina otobosekê li Kuşadasiya Muglayê, 3 ji wan tirk, 2 ji wan geştiyar bi giştî 5 kes hatin kuştin û 20 kes birîndar bûn.
- 5 nîsan 2006: Li dijî nûnertiya Stenbolê ya AK Partiyê êrîş hat lidarxistin.
- 13 adar 2006: Li Marmarîsê di êrîşa otelekê da 2 kes hatin kuştin.
- 28 tebax 2006: Li Antalyayê êrîşek hat kirin, 4 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.
- 22 hezîran 2010: di êrîşa dijî otobosa leşkerî da li Halkaliya Stenbolê, 4 leşker û sivîlek hat kuştin.
- 31 cotmeh 2010: Teqsîma Stenbolê êrîş, 32 kuştî.
- 20 îlon 2011: Li Kizilaya Enqereyê êrîş, 3 kuştî û 34 birîndar.
- 23 berfanbar 2015: Li Balafirgeha Sabiha Gokçena Stenbolê êrîş, kesek hat kuştin.
- 17 sibat 2016: Li kolana Merasima Enqereyê êrîşa kerwana servîsên leşkerî 28 kuştî.
- 13 adar 2016: Li Guvenparka Kizilayê êrîş hat lidarxistin, 35 kuştî û 125 birîndar."