Haydar Şahin
14 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Mahmut Durmuşê 51 salî yê gogbazê amator ê berê yê ku li Siwêreka navçeya Şanliurfayê dijî 22 sal e rojnameyên sporê berhev dike.
Durmuşê 51 salî yê ku ji sala 1996an vir da ronameyan dikire 22 sal e wan kom dike. Durmuşê ku bi tena serê xwe dijî ji 3 odeyên xwe yekî ji bo arşîva rojnameyan bi kar tîne. Durmuş gogên ku pê şampiyontî qezenc kiriye jî vedişêre.
Mahmut Durmuşê ku bi salan wekî amator gog lîst hê jî eleqeyê nîşanî fitbolê dide. Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku cara ewil li Enqereyê rojname kirî û dest bi komkirinê kir û wiha pê da çû: "Ez xwendekarekî baş im, ne bi tenê rojnameyên sporê ronameyên din jî dixwînim lêbelê rojnameyên sporê didomînim. Kêmzêde 22 sal e berhevkirinê didomînim, hetanî ku ji destê min were jî ez ê kom bikim."
Durmuş bi bîr xist ku li Siwêrekê direktoriya teknîkî dike û wiha axivî: "Ez taxima binesaziyê ya Siwêrek Belediyesporê didim xebitandin. Min di taxima Ayê da jî wezîfe kir. Min di taximên Hêza Siwêrekê, Enqere Altindax Belediyesporê da gog lîst û li wê derê dev ji lîstikê berda."
Îbrahîm Kuzucuyê hevalê Mahmut Durmuş jî got berê tu meneyek nedida vî karî û wiha got: "Hin caran ji ber berfê û pirsgirêkên gihandinê rojname nedihatin navçeyê. Mahmut ji mezinên me yên li derva rojname dixwest û temîn dikir. Bi pergal dixwend û vê jî bala me dikişand. Wisa eleqeyê nîşanî rojnameyan dide ku merivan wetrê zarokên xwe xwedî dike."