Haydar Şahin
14 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2018
DUZCE
Li Yixilcaya navçeya Denizliyê agir bi maleke duqatî ket, di şewatê da 3 zarok mirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, li Xoşafoxliya gundê Yixilcayê ji ber sedemeke hê nayê zanîn agir bi mala Muhammet Korkmazê ku 3 zarokên xwe ra dijî ket.

Korkmazê ku dema hewl dida zarokên xwe xilas bike birîndar bû bi ser neket û xwe ji pencereya mitfaxê ra avêt derva.
Haya ekîbên agirkujiyê pê xistin û ekîban piştî xebata ku 3 saetan li ber xwe da şewat hildan bin kontrolê.
Korkmaz bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Duzceyê.
Piştî xebata temirandina şewatê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê ketin malê û dîtin ku Medîne (12), Emîrhan (10) û Umut (8) Korkmaz mirine.
Cesedê zarokan ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Duzceyê.
Wekî mayîn hat ragihandin ku Mehmet Korkmaz 5 sal berê jina xwe berdaye û bi zarokên xwe ra jiyana xwe domandiye.