İbrahim Atmaca
16 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2018
VAN
Li Wanê berf û bagerê rêya 7 tax û mezreyan girt.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, li giştiyê bajêr berf û bagerê rêya 7 tax û mezreyan girt, ekîb ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, hewa wê li giştiyê bajêr ewrsayî û pirewrayî û be, germ wê li gor demsalê be.
Li gor texmînê li herêmê bager wê ji aliyê başûr û rojavayê başûr va rabe.
Ji aliyekî din va bi şev germa hewayê ya herî kêm li Wanê 2, li Mûşê pileyek, li Bitlîsê 6, li Hekariyê di bin sifrê da 3 pile hat pîvan.
Germa hewayê ya herî zêde li Wanê 7, li Bitlîsê 3, li Mûşê 4, li Hekariyê 6 pile tê payîn.
Hişyarî hat dayîn ku li giştiyê herêmê serê sibê û bi şev rîska cemed û qeşayê heye û bira welatî bi tevdîr û baldar bin.