04 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
DİYARBAKIR
Jana dilê bavê Yasîn Boruyê di 6-8ê cotmeha 2014an da dema li Diyarbekirê goştê qurbanê belav dikir bi destê alîgirên PKKya rêxistina terorê hatibû kuştin kêm nabe.
Yasîn Boru di eyda qurbanê da goştê ku komeleyekê pakêt kiribû li feqîran belav dikir, di heman demê da alîgirên PKKya rêxistina terorê jî di 6-8ê cotmeha 2014an da bi hinceta DEAŞa rêxistina terorê çalakiyên bêdestûr li dar dixistin. Yasîn Boru û hevalên wî dema goştê qurbanê belav dikirin bi destê van alîgirên rêxistina terorê hatin kuştin. Çiqasî di ser ra dem derbas dibe jî hesreta di dilê Fîkrî Boruyê bavê Yasîn da zêde dibe.
Di her 6-8ê cotmehê da jana Fîkrî Boru zêde dibe, Boru her tim merzelê kurê xwe ziyaret dike û bi çend wêneyên wî dilê xwe rihet dike.
- "Êşa wî qet nehat jibîrkirin"
Fikrî Boru daxuyanîda nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ser kuştina kurê wî ra 4 sal derbas bûn lêbelê jana dilê wan hê daneyniye.
Boru wiha axivî: "Yasîn û hevalên wî dema goşt belav dikirin hatin kuştin. Piştî wê wehşetê bedena Yasîn ketibû halekê wisa ku nedihat naskirin. Ez her tim dibêjin kesên ku ev wehşeta kirin gelo xwediyê wijdaneke çitone. Ew ê jixwe li hizûra Xwedê hesab bidin. Ji ser bûyerê ra 4 sal derbas bûn lêbelê 400 sal jî derbas bibe êşa me ew ê bi heman awayî dewam bike. 4 sal e qet nehat jibîrkirin, nayê jibîrkirin jî. Tu kes vê wehşetê ji bîr nake."
Boru bi bîr xist ku di doza kuştina kurê wî da biryar hat eşkerekirin û wiha axivî: "Di dozê da hin kesan ceza xwarin, ev tiştekê baş e. Em her tim ji vê derê diçûn Enqereyê. Ji ber ku ceza xwarin em kêfxweş bûn. Daxwaza me ew e ku hetanî dawia emrêxwe bira kujer di girtîgehê da bimînin. Ew ê li dinya din jî hesab bidin. Em ê wê çaxê bigihîjin rihetiyê."
- "Çend wêneyên wî di destê me da man"
Fîkrî Boru diyar kir ku çend wêne ji Yasîn ji wan ra man, li wan wêneyan mêze dikin ku hesreta wan kêm bibe.
Boru diyar kir ku bûerên 6-8ê cotmehê ew ê tu carî neyên jibîrkirin û wiha axivî: "Nika çend wêneyên Yasîn mane di destê me da. Dema li wan mêze dikin merivan wetrê li hermberî me sekiniye. 2 zarên me yên piçûk hene, Yasîn nayê bîriya wan lêbelê dema wêneyan dibînin dibêjin 'Kekê Yasîn'."
- "Xeyala wî ew bû ku bibe doxtor an jî endezyar"
Boru got hevtayên wî di eydê da eqrebeyên xwe ziyaret dikirin ewî ji bo xêrê goşt li feqîran belav dikir û wiha pê da çû: "Yasîn serwext bû, jêhatî bû. Di mijara Îslamê da jî li xwendingehê xwedîagahî bû. Hevalên wî lîse qedandin ketin zanîngehan. Yasîn jî beriya kuştina xwe diçû pola 3yan a lîseyê. Heke bijiya ew ê biçûya pola 3yan a zanîngehê. Xeyala wî ew bû ku bibe doxtor an jî endezyar lêbelê nebû nesîb."