Haydar Şahin
17 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 18 Tîrmeh 2020
Li Meletiya ji sedî 85ê qeysiyên hişkirî yên dinyayê lê tê hazirkirin karkerên demsale ligel germahiyê li baxçeyan dixebitin.
Li Tirkiyeyê 17 milyon darên zerdeliyan hene û ji wan 8 milyon heb li Meletiyê ne ji ber vê jî wekî "paytextê zerdeliyên dinyayê" tê zanîn. Li bajêr 50 hezar malbat debara xwe bi zerdeliyan dikin.
Piştî "peqlaweya Entabê" û "hêjîrê Aydinê" zerdeliyên Meletiyê jî li Yekîtiya Ewropayê wekî îşareta taybet hatibû qeydkirin, par ji Meletiyê 99 hezar û 666 ton qeysiyên hişkirî îxracî 110 welatî kirin û jê 253 milyon û 500 hezar dolar dahat qezenc kirin.
Baxçeyên zerdeliyan ji vê hêlê va tevkariyeke mezin didin aboriya bajêr û ji bo karkerên demsale dibe rêya debarê.
Merve Dogana bi malbata xwe ra ji Besniya navçeya Adiyemanê hat ku li baxçeyan bixebite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di pola dawîn a lîseyê da dixwîne ji bo mesrefên xwe dixebite.
Doganê destnîşan kir ku dersên wê baş in û wiha axivî: "Ez li vê derê jî xebatên xwe didomînim. Ez li lîseyê teqdîrnameyê distînim, notên min kêmzêde 86 e. Ez dixwazim fakulteya tipê bixwînim û bibin doxtor."

- Mesrefa xwe ya eskeriyê derdixe
Muhammet Kahramanê karker jî diyar kir ku berê di sektora turîzmê da dixebitî lêbelê ji ber vîrusa kronayê hat komkirina zerdeliyan.
Kahraman got ku li mala xwediyê baxçe dimînin û wiha axivî: "Ez ê mehekê şûnda herim esker, ji bo ji malbata xwe ra nebim barê giran li vê derê mesrefa xwe derdixim. Li vê derê tişta ku me diwestîne germahiya hewayê ye. Di binê germahiya 40 pileyî da xebat zehf zor e."
- Germahî zor e
Halîl Ozcan jî got ku di sektora çandiniyê da xebatên ligel zor û zehmetiyê didomînin.
Ozcan destnîşan kir ku 6 malbat ji Besniyê hatin ku li baxçeyan bixebitin û wiha pê da çû:
"Em di şertên dijwar da dixebitin, di tesîra vîrusa koronayê man. Ji bo qezencê em hatin baxçeyên zerdeliyan bixebitin. Malbata me ji 6 kesan pêk tê. Malbatên din ji 4-5 kesan pêk tên. Em şeveqê zû radibin zerdeliyan kom dikin. Piştî taştê jî dîsa diçin komkirina zerdeliyan. Em hin caran di saet 05.30yî da radibin. Xebata di binê germahiya 40 pileyî za gelekî bi zehmet e."