Haydar Şahin
02 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
MALATYA
Ji bo Meletiye, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya hewaya germ hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li gor texmînan li herêmê hewayê hetanî sibê şebeqê sayî û ewrsayî be.
Li herêmê germahiyê qasî 6-8 pileyan ji germahiya demsalê zêdetir be, car caran bayê rabe.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê li Elezîz û Adiyemanê 43, li Meletiye, Tuncelî û Bîngolê jî 42 pile be.
Dibê di serî da kal û pîr, zarok û kesên nexweş di navbera saet 10.00 û 16.00an da dernekevin ber tavê û xwe mihefeze bikin."