İbrahim Atmaca
27 Hezîran 2018•Rojanekirin: 28 Hezîran 2018
ESKÎŞEHÎR
Mehmet Gunayê ku li Seyîtgaziya navçeya Eskîşehirê dijî, di kargeha xwe ya 14 mêtreqareyî da him berberiyê dike him jî saetan temîr dike û difroşe.
Gunayê 73 salî bavê du zarok û kalikê du neviyan e. Gunay di 8 saliya xwe da dest bi çiraxtiya berberiyê kiriye û hê jî berberiyê dike. Gunay 30 sal berê jî piştî ku bûrayê wî yê saetfiroş çûye eskeriyê, dest bi saetfiroşiyê jî kiriye.
Kesên diçin cem ku porê xwe hildin, Mehmet Gunay saetên wan ê xerabe dibir temîrê, lê ji ber ku çend saet cardin nexebitîne, Gunay dest bi temîra saetan jî kiriye.
Gunay 30 sal e li kargeha xwe him berberiyê dike him jî saetan çêdike û difroşe.
Mehmet Gunay diyar kir ku ew 65 sal e berberiyê dike û debara wî ji vî karî tê.
Gunay got ku bûrayê wî dihat kargeha wî û saet temîr dikirin, lê berî 30 salî çû eskeriyê û wiha dewam kir:
"Bûrayê min wek amator saet temîr dikirin. Wî saetên kesên ku ji bo kurkirina porê xwe dihatin dikanê, temîr dikir. Piştî ku çû eskeriyê alav û amûrên temîra saetan li dikanê hişt. Kesên dihatin vê derê, ji min dipirsîn û digotin 'Li vê derê kesekî ku saet temîr dikirin, hebû, ew li ku derê ye?'. Dema ku bûrayê min li eskeriyê bû, min saetên xerabe yên welatiyan berhev dikir û dibir cem temîrkarê saetan ku temîr bikin. Piştî ku çend saetên temîrkirî cardin xerab bûn, min got, 'Ez jî dikarim saetan temîr bikim'. Min çû ji xwe ra saeteke nû kirî û ew saet ji hev derxist û cardin bi hev va kir û ez hîn bûm. Ev 30 sal in jî ez saetan temîr dikim. Ez di kargeha xwe ya 14 mêtreqareyî da him berberiyê him saetan temîr dikim."