Haydar Şahin
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2019
Selçuk Ozmenê ji vir 3 sal berê ji jiyana bajêr aciz bû û ji bo jiyana tebiî vegeriya gundê xwe ji bazarê mirîşk kirî û dest bi firota hêkên organîk kir. Ji ber ku hêkên organîk eleqeyeke mezin dîtin ji xwe ra çêwliga mirîşk, çulix û qazan vekir.
Selçuk Ozmenê bavê 4 zarokan ji vir 3 sal berê mala xwe ji navenda Agiriyê barî Çîftepinara gundê Elaşgirê kir bi mirîşka ku ji bazarê kirîbû va dest bi hilberîna hêkên organîk kir.
Ozmen pêşiyê ji bo hewcedariya malbata xwe bibîne mirîşk xwedî kir û jê hêk kom kir, paşê hejmara mirîşkan zêde kir hêkên xwe yên organîk ên zêde firote marketên li navenda bajêr.
Ozmen û malbata wî mêze kirin ku eleqeyê zêde nîşanî hêkên wan didin hejmara mirîşkan zêde kirin û demekê şûnda di tewleya wan da cî nema li ser vê biryar dan ku çêwligê vekin.
Ozmen zeviya xwe ya 20 dolîmî ya li rexê malê xiste çêwlig û tesîseke 400 qeremêtreyî ya modern li ser ava kir.
Ji ber ku li ser medyaya civakî eleqe gelekî hat nîşandan Ozmen dest bi xwedîkirina qaz û çulixan kir.
- "Bi tenê mirîşkek mabû min ew bi 30 lireyî kirî"
Selçuk Ozmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi saziyeke kargoyê ra peyman çêkir hêk, dîk, mirîşk, culix û qazan dişîne çar aliyên Tirkiyeyê.
Ozmen got ku ji jiyana tebiî gelekî hez dike û li gund gihîşte hizûrê.
Ozmen diyar kir ku bi mirîşkekê dest pê kir û li ser zêdebûna daxwazê çêwlig vekir û bi malbata xwe ra dixebite.
Ozmen got hedefa wî ew e ku ji çêwliga xwe hêk, dîk, mirîşk, culix û qazan îxracî 81 bajarên Tirkiyeyê û dervayê welêt bike û wiha pê da çû:
"Min û xanimê rojekê xeberdida. Min got 'em dest bi karê hêkan bikin, gelo tê mirîşkan xwedî bikî'. Wê jî got 'erê ez ê aliyê te bikim'. Şebeqê rabûm û çûm bazarê. Bi tenê mirîşkek mabû min ew bi 30 lireyî kirî. Me bi mirîşkekê dest pê kir û hejmar gihîşte 2 hezar hebî. Me paşê cûcikên culixan kirîn û mezin kirin. Paşê welatiyan qaz xwestin û me dest pê kir qaz jî xwedî kirin."
Ozmen got hêkan dişînin Erzirom, Qers, Erdexan û Wanê.
Ozmen got hêkên wan organîk in û di ambalajên taybet da difroşin û wiha pê da çû: "Nika ji 2 hezarî zêdetir mirîşkên me, 500 çulix û hezar heb jî qazên me yên cinsê Alman hene. Em bi piranî malên xwe difroşin bajarên wekî Qers, Erdexan, Bursa û Stenbolê. Em dixwazin ku her sal hinekî dîsa mezin bibin û karê xwe bi profesyonelî bikin."
Ozmen got, "Ev çêwliga malbatê ye. Xêncî dê, bav, xuşk û birayan 2 heb jî karkerên me hene. Em 6 kes li çêwligê dixebitin. Cotkar dibêjin 'em qezenc nakin'. Birayê min hûn tu naxebitin ku xezenc bikin. Ji bo xebatkaran kar heye û pere jî heye. Bi dîtina li ser înternetê çêwlig nayê vekirin. Dibê bi xwe bixebitî û ji zanayan bibpirsî."
Ozmen diyar kir ku navê çêwliga wan "Osmanî" ye û ji navê Osman Ozmenê kalikê xwe hildaye.