Türkan Tosun
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Mehmet Han Yavaş û Mehmet Kurşat Akinê bi salan berê ji Mûşê koçî Edene û Mersînê kiribûn vegeriyan welatê xwe û bi piştgiriya dewletê bûn xwediyê karên xwe.
Mehmet Han Yavaşê bavê 2 zarokan 16 sal berê koçî Edeneyê kir û li wir di kargehên cuda da xebitî. Paşê biryar da ku vegere welatê xwe û serî li "Bernameya Piştgiriya Projeyên Cotkarên Ciwan" a ku ji hêla Wezareta Çandinî û Daristanê va hatiye destpêkirin da ku tesîseke kariyan ava bike.
Serlêdana wî ji hêla dewletê va hat qebûlkirin û Yavaş li gundê Golkoyê li ser erdekî 180 mêtroqereyî tesîseke kariyên îstîrîdyeyê ava kir.
Yavaş kariyan difroşe marketên li bajêr û bajarên nêzîk.
Mehmet Han Yavaş ji nûçegihanê AAyê ra behsa destpêkirina karê xwe kir û got niha ew nikare xwe ji siparîşan ra bigîhîne lewra gelek kes dixwazin van kariyan bikirin.
- "Îsal min tonek karî bi dest xist"
Yavaş wiha axivî: "Daxwaza min ew e ku ez li ser qadeke mezintir kariyan bigîhînim. Îsal min tonek karî bi dest xist. Ji ber ku karî jî wek goştê sor e, li herêmê mirov zêde kariyan dixwin. Piştgiriya dewletê nebûya min nikaribû vê tesîsê bigîhanda vê astê. Ji vir şûnda ji bo ku ez karê xwe pêşva bibim çi ji destê min bê ezê bikim."
- Baxçeyê tûfiringiyan çêkir
Mehmet Kurşat Akinê 8 sal berê koçî Mersînê kiribû jî vegeriya Sunguya bajaroka Mûşê û bi piştgiriya dewletê li ser qadeke 7 donimî par baxçeyekî tûfiringiyan çêkir.
Akin heta niha ton û nîvek tûfiringî berhev kirin û niha hewl dide heta payîzê 3 tonan berhev bike.
Akîn got ji bo kar bibîne ew çûye Mersînê, lê ji ber ku ew der ne li gor dilê wî bûye ew vegeriyaye welêt û wiha axivî: "6 zarokên min hene. Li Sîlîfkeyê di zeviya tûfiringiyan da ez 2 salan xebitîm. Dema vegeriyam min serî li Bernameya Cotkarê Ciwan a Midûriya Çandinî û Daristanê da. Projeya min qebûl bû û bi saya vê piştgiriyê li ser qadeke 7 donimî min dest gihandina tûfiringiyan kir. Îsal cara ewil min tûfiringî berhev kirin. Bêyî piştgiriya dewletê li ser qadeke evqas mezin ne mumkin bû min tûfiringî bigîhanda. Heta niha min ton û nîvek tûfiringî berhev kir. Em li zeviya xwe digîhînin û dişînin cihên din."