Rıdvan Korkulutaş
19 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2022
Ji Bîngolê Reyhan Morkoyun û Zelîha Karliyê di çarçoveya "Projeya li çar alî islehkirina pezê di dest welatiyan da" ku Wezareta Çandinî û Daristanê organîze kir da hatin perwerdekirin û bi piştgiriya hildan va pez xwedî dikin.
Di sala 2011yî da cureyeke projeyê li Bîngolê hat sepandin û Reyhan Morkoyun û Zelîha Karli jê îstifade kirin. Herdu jinan ji hîndekaran û personelên teknîkê yên zanayên karê xwe ne agahî hildan, xwedîkirina mêşinan hîn bûn û dema êş têkeve nav pez wê çi bikin? hemû agahiyên hewce dikir hîn bûn.
Herdu jinên ku hînî xwedîkirina mêşinan bûn li zozanê Karliovaya navçeya Bîngolê digel hemû zor û zehmetiyan pezên xwe xwedî dikin. Ew bi keriyên pezê xwe ra eleqedar dibin, aşiya wan dikin û tevlî malbatên xwe xebatên xwe didomînin.

- "Bera şîr û bereket zêde bû"
Karliya 57 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê destnîşan kir ku ew 35 sale heywandariyê dike û salê 6 meh li zozanê Karliovayê û salê 6 meh jî li Karakoçana navçeya Elezîzê dimîne.
Karliyê got ku wan di demên berê da ji heywandariya dikirin zêde ber û bereket nedidîtin û wiha pê da çû: "Berî projeyê mêşinên me 10-15 kîlo diavêtin lê niha gihîştine 20-25 kîloyî. Berê 100 mêşinên me hebûn û ev niha 300 lewra hinek cot cot anî. Bi hildana perwerdehiyê va ber û bereket zêde bû û him îr zêde bû û him jî pezê me goşt girtin. Ez tevlî mêrê xwe dixebitim."

Reyhan Morkoyuna 25 salî jî bal kişand ser zehmetiya li zozanan û got ku di konan da temînkirina avê zehmet e û wiha pê da çû: "Di demên berê da mêşinên me 15-18 kîlo bûn û niha 28 kîlo diavêjin. Berî projeyê 300 mêşin hebû û niha 500 mêşinên me hene. Piştgiriyê didin me. Milet li mala xwe di nav rihetiyê da rûdinê lê em li vê derê serê vê zozana 2 hezr metre raqima wê ye pez xwedî dikin. Ji bo jinên veberhênan divê piştgiriyek bê dayîn û em li wê bendê ne."